Sibat 13, 2021 19:17 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê: Zêde ji 7 hezar pêketiyên Koronayê û 74 miriyên ji ber wê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 74 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 58 hezar û 883 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro şemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa Koronayê ya 7 hezar û 120 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 578 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirina sivik çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 510 hezar û 873 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 291 hezar û 726 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara mirovên ku bi vîrusa korona ketine li cîhanê ji 108 mîlyon kesan derbas bûye ku ji van zêdetirî du mîlyon û 395 hezar kes mirine û  zêde ji 80 milyon pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Serepeyv