Sibat 11, 2021 18:06 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya pêketin Koronayê û mirina ji ber vê vîrusê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 65 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 58 hezar û 751 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro pêncşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa Koronayê ya 7 hezar û 474 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 552 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 496 hezar û 455 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 278 hezar û 857 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara mirovên ku bi vîrusa korona ketine li cîhanê nêzîkî 108 mîlyon kesan bûye ku ji van zêdetirî du mîlyon û 366 hezar kes mirine û  zêde ji 77 milyon pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Serepeyv