Rûhanî: Berxwedana neteweya mezin a Îranê bû sedema têkçûna rêveberiya berê ya Amerîkayê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Berxwedana gel û tevdîra hukûmeta Îranê bû sedema têkçûna rêvebiriya berê ya Amerîkayê li sepandina sizayan û zexta herî zêde dijî Komara Îslamî ya Îranê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî, îro Çarşemê li bîranîna salvegera serketina Inqilaba Îslamî, got: "Milletê mezin ê Îranê li hember zorbêjiya Donald Trump dîktatorê Qesra Spî sekinî û ew bi sebr û berxwedanê têk bir. "
Rûhanî dûv re wiha got: "Heke Îran piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketina Navokî yekser ji vê rêkeftinê derketibûya, dê komploya Îsraîl û Amerîkayê li ser rûpelên dîrokê wê serê xwe bigirta."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku berxwedana gel û tevdîra hukûmeta Îranê bû sebeb ku di sê salên paşîn de rêveberiya Trump bête rûxandin, Hemû gelên cîhanê di van rojana de deyndarên mezin ên gelê Îranê ne.
Hêrgiliyên vê nûçeyê dê paşê werin weşandin.