Sibat 10, 2021 09:07 Asia/Tehran
  • Îrana Îslamî, yekparçe amade ye ku hemaseyekê biafirîne

Gelê hertim li m,eydanê yê Îrana Îslamî hemaseya salvegera Yewmullaha 22ê behmenê ya Îsal li gorî protokolên tendurustiyê yên taybwetî Koronayê, bi awayekî ciyawaz pêk tînin.

Gelê hertim li m,eydanê yê Îrana Îslamî hemaseya salvegera Yewmullaha 22ê behmenê ya Îsal li gorî protokolên tendurustiyê yên taybwetî Koronayê, bi awayekî ciyawaz pêk tînin.

Çil  ûduyemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî di dîroka vî welatî da dê di zihn û mejiyan da bimîne.

Ji ber ku gelê seranserî welêt ku di dawîn salvegera Yewmullaha 22ê Behmenê yê vê sedsalê da, dê vê carê bi awayekî ciyawaz vê roja mezin bibîne.

Biryar e îro li gorî riyên diyarkirî û bi mebesta pêşîlêgirtin li Vîrûsa Koronayê, xelk siwar li erebeyên, motorsîklêt û duçerxeyê, beşdariyeke bicoş a din pêk bînin.

Îro çil û duyemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ye.

Înqilaba Îslamî ya Îranê roja 11ê Sibata 1979an bi rêbertiya Hezreta Îmam Xumeynî (Re) bi ser ket.

Îro Çarşemî, 22ê Behmena 1399an a Koça Rojî hevdem digel 10ê Sibata 2021ê, çil û duyemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê bi rêbertiya Hezretê Îmam Xumeynî (Re) ye.

Gelê seranserî Îrana Îslamî her sal bi beşdariya miliyonî di meşa mezin, peymana xwe digel ramanên Înqilaba Îslamî û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dubare dikir; Lê îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê, rêûrisma rêzgirtina salvegera serketina Înqilaba Îslamî bi awayê mecazî û meşa erebeyan tê lidarxistin.

 

 

Serepeyv