Sibat 09, 2021 19:09 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya pêketin Koronayê û mirina ji ber vê vîrusê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 89 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 58 hezar û 625 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro sêşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa Koronayê ya 7 hezar û 640 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 697 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 481 hezar û 396 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 266 hezar û 518 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara mirovên ku bi vîrusa korona ketine li cîhanê ji 107 mîlyon kesan derbas bûye ku ji van zêdetirî du mîlyon û 388 hezar kes mirine û 76 milyon û 939 hezar û 633 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Serepeyv