Îşev, di şeva serketina Inqilaba Îslamî de, nûrpejî û hawara Ellah-u-Ekber li seranserê Îranê
Di şeva salvegera serkeftina Inqilaba Îslamî de, di heman demê de ku ronîkirina meydanên sereke yên bajaran, miletê xîretmend û şoreşger ê Îranê dê Tekbîr(Ellah-u-Ekber) biqîrin.
Inqilaba Îslamî ya Îranê bi rêbariya îmam Xumeynî, xêmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, di 11ê Sibata 1979an de bi ser ket.
Her sal, gelê li seranserê Îrana îslamî bi beşdariya di meşa salvegera Inqilaba Îslamî, beyeta xwe bi îdeal û armancên xêmdarê mezin ê Komara Îslamî û Hz. ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî re nû dikin.
Îsal, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, dêevn merasîmana bi awayê mecazî û bi birêzvçûna motorî û otomobîlan werin lidarxistin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iranpressê, "Nusretullah Lutfî", cîgirê serokê civata hevahengiya propagandaya îslamî ya Îranê, îro sêşemê got: "Ji bilî Îrana Îslamî, 22-ê meha Bahmanê(sibê) li 63 welatên din merasîmên bîranîna serketina Inqilaba Îslamî dê werin li dar xistin. "
Cîgirê serokê civata hevahengî bo propaganda û ragîhandina îslamî ya Îranê got: "Mînakên destkeftiyên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî û Hewa û Fezayê ya Sipahê Pasdaran dê 10ê Sibatê li Meydana Azadî ya Tehranê werin pêşandan."