Gotinên pûç ên wezîrê derve yê Erebistana Siûdî li dijî Îranê
Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî di gotinên pûç ên nû de, bernama nukleerî ya aştîxwazane û kapasîteyên berevaniyê yên Îranê wekî gefek li ser ewlehiya herêma Asyaya rojavayê da zanîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnim, "Feysel bin Ferhan El-Seûd" roja Duşemê bi hilêxistina vê îdiayê bang li civaka navneteweyî kir ku çalakiyên atomî yên aştiyane yên Îranê û şiyana mûşekî ya vî welatî ewlehiya herêmê tehdîd dike û ji civaka navneteweyî xwest pêşiya van çalakiyan bigire û nehêle Îran çalakiyên xwe bidomîne.
Vê dawiyê, wezîrê karên derve yê siûdî daxistin û kêmkirina erkên navokî yên Îranê yên li gorî bendên 26 û 36`ê yên Rêketina Navokî binpêkirina vê rêketinê binav kir, û îdia kir û îdia kir ku bernama navokî ya aştîxwazane ya Îranê bi erkên navneteweyî re hevnayê.
Ev îdiaya pêkenok a wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî di halekê de ye ku Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) bi caran bi aştîbûna çalakiyên navokî yên Îranê û pêbendbûna vî welatî li Rêketina Navokî piştrast kiriye.
Îdiayên rejîma Siûdî yên li dijî Îranê di demekê de ye ku tê gotin ev rejima bi dizî ve dest bi çalakiyên zengînkirina uranyumê kiriye.
Kazim Gherîbabadî, Nûnerê Daîmî yê Îranê li Rexistinên Navneteweyî yên li Viyenayê, vê dawiyê bang li Lijneya Rêveberan a IAEA kir ku Erebistana Siûdî bi dizî ve çalakiyên navokî didomîne û ji IAEA û Lijneya Rêveberan a vê rêxistinê xwest ku derbarê cîhatina berpirsiyariyên Erebistana Siûdî lêkolînê bikin da ku bizanin ev welat çi dike.