Cêta Yasîn û balefira Koserê, çilkek ji deryaya Iqtidara Berevaniya Îranê ne
Dewsgirê Fermandarê Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê got: Piştî serketina Îqnilaba Îslamî ya Îranê, Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê hevrê digel Wezareta Berevaniyê, Pêşeya navxweyî û bikaranîna zirûf û zanista bijareyan armancên xwe pêşda birin û em îrorojê gelek amûran di artêşê da berhem tînin.
Li gorî rapora beşa gelemperî ya Artşê, Emîr sertîp balefirvan Hemîd Wahidî, Dewsgirê Fermandarê Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê tevî pîrozkirina Dehika pîroz a Fecrê bal kişande ser destkeftên 42 salî yên Înqilabê di warê berevanî û leşkerî da û got: Di serdema şerê Îran û Iraqê fermandarek diçe hevdîtian bi Îmam Xumeynî (Re) û jê ra dibêje ku me çend rojan zêdetir şiyana rakirina balefiran tune, lê wî wek bersiv got herin û karê xwe bikin.
Emîr sertîp Hemîd Wahidî tevî amajeya bi vêya ku Hêza Asimanî do serdema Berevaniya Pîroz (şerê Îran û Iraqê) da erka piştgiriya ji hêzan û bombebaranê girtibû ser milê xwe, got: Gurmijîna balefirên şêrr morala şervanan xurt dikir, ew serdem bi dijwarîne zehf derbas bû û hêza asimanî serfiraz jê derket, lê ev dawiya kar nebû.
Wî bal kişande ser damezirandina cîhada bêminetiyê li ser fermana Rêberê mezin ê Înqilabê di dema şêrr da û got: Mixabin beriya Înqilabê tevî ku Hêza asimanî bi pergal bû, lê kedkarên me yên teknîkî nedikarîn nêzikî balefiran bibin.
Emîr Wahidî tevî amajeya bi çêkirina balefira Saiqeyê û cêta fêrkirinê ya Yasînê ku tam îranî ye, got: Balefira şervan a Koserê bi radar û pergala Oyonîk biroj bûye û ketiye ber destê Hêza Asimanî û em li dû vêya n eku cûreyên balefiran veguherînin balefirên Radartêper.
Emîr Wahidî tevî amajeya bi vêya ku balefiora Koserê gelekî pêşketî ye û di pêşerojê da biryar e mûşekên hişmend li ser wê bên sazkirin, got: Cihê kêfxweşiyê ye ku zankoya balefirên bêbalefirvan jî hatiye damezirandin û Hêza Asimanî fêrkariyên wê pêk tîne.