Sibat 08, 2021 00:29 Asia/Tehran
  • Nûnerê Taybet ê NYyê yê Yemenê hat Tehranê

Martin Griffiths, nûnerê taybetî yê NY li Yemenê, jibo gotûbêjkirina digel karbidestên Komara Îslamî ya Îranê hate Tehranê.

Griffiths îro Yekşemê gihîşt Tehranê ku bi karbidestên Komara Îslamî ya Îranê re li ser çareserkirina kirîza Yemenê bişêwire, Ofîsa Ragihandin û Berdevkê Wezareta Derve ragihand.

Erebistana Siûdî, bi damezrandina koalîsyona çend welatên Erebî û bi piştgirîya Dewletên Yekbûyî û Rejîma Siyonîst, ji Adara 2015`an ve bi bejahî, deryayî û hewayî êrişî welatê belengaz ê Yemenê dike. Vê êrişa leşkerî heya niha ji bo Riyazê tiştek bi dest nexistiye, û ew tenê bûye sedema wêrankirina Yemenê û kuştina bi hezaran sivîl li wî welatî.

Serepeyv