Biden îdiayên li dijî Îranê yên Koşka Sipî dubare kirin
Serokomarê Amerîka Joe Biden îdiayên li dijî Îranê yên rayedarên amerîkî derbarê lihevkirina Navokî dubarekirin.
Joe Biden, Serokê Amerîka îro di hevpeyvîna bi kanala CBS a Amerîkayê re got: Sizayên li ser Îranê nayên rakirin, jiber Tehran rêzê li li bendên peymana navokî nagire.
Di hevpeyvîna li gel kenalê CBS de ku Yekşemê hatiye weşandin, pirsa derbarê ew şiyan hene ku siza ji ser Îranê rabin û Tehran veger ser maseya danûstendinan bo berdewamkirina lihevatina sala 2015ê, serokê Amerîka Biden di encama bersivdanê de got "Nexêr".
Serokê Amerîkayê bêyî ku derketina yekalî ya welatê xwe ji Peymana navokî bîne bîra xwe ku bervajî vê peymanê sizayên giran li dijî Îranê sepandine , îdia kir Îran divê dev ji Pîtandina Uraniomê berde.
Biden her wiha got ku ji bo her pêşveçûnekê, divê pêşî Îran dev ji dewlemendkirina pîtandina(zengînkirina) uranyumê berde.
Komara Îslamî ya Îranê, piştî vekişîna Amerîkayê ji Peymana Navokî li gorî xalên vê rêkeftinê, hin erkên xwe li gor vê rêkeftinêrawestandin ku yek ji wan despêkirina pîtandina uranyumê di asta sedî 20 de ye û desnîşan kir ku heke Amerîka vegere ser vê Peymanê dê Îran jî dîsa erkên xwe yên li gor lihevkirinê cih bîne,