Qalibaf çû Rûsyayê
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf, li ser vexwendina Vichislav Valudin, Serokê Duma Dewleta Rûsyayê, vê berêvarê (Yekşem) çû Moskowê.
Li gorî IRNAyê, di sefera sê rojî ya Qalîbaf de, Mucteba Zulenûrî û Ebulfezl Emûî, serok û berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve, Fereydûn Ebasî, serokê Komîsyona Enerjiyê, Seyd Cewad Sadetînejad, serokê Komîsyona Çandiniyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, cîgirê serokê parlamenê ji bo karûbarên navneteweyî û Babek Nigehdarî sêwirmend û serokê dezgeha serokatiya Meclisa Îranê digel serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê, Qalibaf çûne Moskowê.
Ji bilî gihandina peyama girîng a Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ji dewleta Moskowê re, Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê digel hempîşeyên xwe yên li Dûma û Senatoyê, karbidestên aborî, bazirganî, siyasî û emnî yê Rûsî wê bicive da kuderbarê riyên berfirekirina pêwendiyên du welatan di warên curbicur de bi wan re dê gotûbêj bike.
Beşdarî û axaftina di nav koma ramanwerên saziyên ramyariyê de di warê siyaseta derve û têkiliyên navneteweyî de bernameyek din a Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li Moskowê ye.