Heta îro 6ê Sibata 2021ê - Derdora miliyonek û 247 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Sibat 06, 2021 14:43 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 459 hezar û 370 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 247 hezar û 581 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6983 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 459 hezar û 370 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 76 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 58 hezar û 412 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 106 miliyon kesî.