Sibat 06, 2021 14:35 Asia/Tehran
  • Qalîbaf sibe dê berê xwe bide Moskoyê

Berdevkê desteya Serokatiya Meclîsa Îranê got: Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê dê sibe di serê desteyekê da biçe Moskovayê.

Muhemed Husên Ferhengî roja Şemiyê di civîna nûçeyî da derbarê çûyîna Qalîbaf bo Moskoyê got: Me hertim seferên wiha di qaliba dîplomasiya medyayî hebûne û ev sefer di vî warî da û li ser vexwendina Serokê Dûmaya Rûsiyê ji çend mehên pêş va hatibû plandaêştin û sibe dê pêk were.

 

Ferhengî got: Rûsiye ji piştgirên me di warê navneteweyî da ye û ev sefer teqez bi armanca xurktiirna pêwendiyan be; Seferên Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê li gorî protokolan ji wan vexwendina fermî û hin sefer jî di qaliba komên dostiya Parlimanî pêk tên.

Serepeyv