Rûhanî: Waksînasiyon dê ji vê hefteyê va dest pê bibe
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Waksînasiyon ji vê hefteyê va li gorî yekemayetiyên ku Wezareta Tendurustiyê diyar dike, dê dest pê bibe.
Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da tevî amajeya bi nêzikbûna yekssaletiya Koronayê li Îranê, got: Vê pandemiyê rewşeke taybet li seranserî cîhanê pêk aniye; Loma baştirîn rê ji bo tûşnebûnê bi vîrûsekê, pêşîlêgirtin e.
Rûhanî her wiha got: Helbet em li Îranê li dû çêkirina hemî dermanên nasyar çûn û ev derman hatine çêkirin û li ber destê nexweşxaneyên mene; Heke em hemî hevkariyê bikin, em ê bikarin pêşiya Koronayê bigirin.
Rûhanî derbarê Waksînasiyona li welêt jî got: Yek ji riyên elwehkirinê Waksînekirin e ku ewlehiya komî pêk tîne, heke ev kar bi awayê normal pêk bihata, divê me salek du salan sebr bikira, lê ji ber ku vê nexweşiyê gelek kes gorî dikirin û gelek pirsgirêkên pêk dianîn, Rêxistina Cîhanî ya Tendurustiyê destûra awarte da.
Rûhanî got: Hemî rêxistinan xwe amade kiirne ku Waksînasiyon li Îranê pêk were û xweşbextane yekem barê waksenê gihîşte welêt; Loma vê hefteyê yanê hefteya Dehila pîroz a Fecrê û hefteya Cejna neteweyî ya welêt, beriya 22ê Behmenê li gorî yekemayet î ewiliyetê ku Wezareta Tendurustiyê diyar dike, dê waksînekirin dest pê bibe.