Sibat 06, 2021 12:43 Asia/Tehran
  • Balefira bêbalefirvan a mezin a Keman 22 di pêşerojeke nêzik da dê were nimandin

Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Îranê got: Heta dawiya meha Behmenê dê Balefira bêbalefirvan a mezin a Keman 22 ku dikare 300 kîlogerem amûrên cengê rake, were nimandin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRIB Newsê, Emîr sertîp Ezîz Nesîrade tevî amajeya bi dawîn destkeftên Hêza asimanî ya Artêşa Îranê, bi gotina vêya ku balefirên bêbalefirvan ên Artêşê li Kendava Farsê dikarin bombeyên 500 kîloyî rakin, destnîşan kir: Beriya Înqilabê, amûrên me ji aliyê welatên rojavayî va dihatin dabînkirin û hemî fêrkariyên me girêdayî bi rojava bûn û hemî tîke ji derve dihatin.

Wî got: Piştî Înqilabê em hêza xwe ya însanî bi tamî, çi balefirvan, çi teknîkî û çi jî çiqên din li hundir fêr dikin. Piştevaniya me li hundir pêk tê, em van hemiyan daynin ser hev, hêza me ya asimanî aniha gelekî baştir, bihêztirm û amadetir ji beriya Înqilabê ye.

 

Serepeyv