Sibat 05, 2021 07:53 Asia/Tehran
  • Text Revançî: Binpêkirina Biryarnameya 2231ê destpêkeke baş jibo dewleta Joe Biden nîne

Nûnerê hertimî yê Îranê li NY binpêkirina Biryarnameya 2231ê ji aliyê Amerîkayê va destpêkeke baş jibo dewleta Biden nezanî.

Mecîd Text Revançî, Nûnerê hertimî yê Îranê li NY roja Pêncşemiyê di twitteê da nivîsî: Dewleta nû ya Amerîkayê wisa nîşan dide ku pişta çendalîtîşopiyê digire, lê ji ber nepejirandina itiraza wê di Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê (drbarê nebûna hêjatiya dîwanê) di dosyeya boykotên Îranê da qala bêhêvîtiyê dike.

Wî her wiha got: Amerîka hema wisa bi cezayên neqanûnî dijî Îranê, Biryarnameya 2231ê binpê dike û ev destpêkeke baş nîne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Çarşemiyê qala dayîna dengê hêjatiyê ya Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê di dosyeya Binpêkirina soznbameya Dostiyê ya 1955an li Laheyê kir û got: Dîwanê bi redkirina îradên seretayî yên Amerîkayê, xwe wek hêja jibo vekolandina doza hilêxistî dijî dewleta Amerîkayê da zanîn û bi vî awayî dosye derbasî vekolandina sereke bû.

 

Serepeyv