Sibat 04, 2021 16:32 Asia/Tehran
  • Barê yekem ê Vaksena Koronayê ji Rûsiyê bo Îranê hat şandin

Balyozê Îranê li Rûsiyê qala şandina yekem barê vakssena rûsî ya Koronayê ya bi navê Sputnik V bo Îranê kir.

Kazim Celalî, Balyozê Îranê li Rûsiyê got: Yekem bvarê vaksena rûsî ya Koronayê bi navê Sputnik V roja Pêncşemiyê hat barkirin û bo Îranê hat şandin.

Celalî got: Komara Îslamî ya Îranê welatê şanzdehemm bû ku hefteya bihurî ev vaksen tomar kir.

Balyozê Îranê li Rûsiyê got: Li gorî peymana girêdayî digel Kompaniya Sermiyandanîna rasterast a Rûsiyê (RDIF), biryar hat dayîn ku berhemanîna hevpaar a vê vaksenê li hundirê Îranê jî cih bê.

Vaksena Sputnik V Tebaxa 2020î li Rûsiyê hat piştrastkirin û Kompaniya Sermiyandanîna rasterast a Rûsiyê (RDIF) ji Cotmeha 2020î va digel welatên cûrbecûr jibo raberkirin û berhemanîna hevpar a Vaksena Sputnik V gotûbêj dike û hin barên vê vaksenê jî bo çend welatan hatine şandin.

 

Serepeyv