Sibat 04, 2021 14:36 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îran bo cara çendan li hemberî Amerîkayê bi ser ket

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dayîna biryara Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ya Laheyê li dijî Amerîkayê, serketineke din jibo Komara Îslamî ya Îranê ye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê got: Tevî ku amerîkî bi heara karzanan di vî şerê siyasî da bi kar tînin, lê bi em bi çend dîplomatên xwe çûn şerê wan û bi ser ketin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Beriya vêya di dozên Îranê dijî Amerîkayê, Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ya Laheyê tevî seferberbûna bi hezaran mafzanên amerîkî deng da Îranê ku Amerîka divê hemî boykotên di warê nemirovane derdem rake, ku helbet amerîkiyan bi cihneanîna wê cinayetek nû pêk anîn.

Rûhanî her wiha got: Di vê qonaxê da amerîkiyan hewil dan ku biselimînin dadgeh nikare doza Îranê vekolîne; Lê duh deng li dijî Amerîkayê hat dayîn û ev serketineke mezin jibo Komara Îslamî ya Îranê bû û nîşan da ku gelê me mezin e û xortên me yên xwende di warên dîplomasî û maf û mijarên teknîkî serketî ne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Çarşemiyê qala dayîna dengê Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê di dosyeya binpêkirina Soznameya Dostioyê ya sala 1955an li Laheyê kir û got: Dîwanê bi redkirina îradên seretayî yên Amerîkayê, xwe hêja jibo vekolandina doza hilêxistî dijî dewleta Amerîkayê da zanîn û bi vî awayî dosye derbasî vekolandina sereke ya dozê bibe.

 

Serepeyv