Dewra yekem a gotûbêjên Zerîf û Wezîrê Derve yê Iraqê
Sibat 03, 2021 14:18 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Iraqê vê sibê bi Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê re civiya.
IRNA ragihand, ji zarê dayira giştî ya Ragihandin û karûbarên berdevkiyê ya wezareta derve, vê sibê dewra yekem ya gotûbêjên navbera wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf û wezîrê karên derve yê Iraqê, Fûad Husên, li Teranê hate saz kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên ji bo nîqaşkirina mijarên hevpar îro sibeha Çarşemê hat Tehranê.
Fûad Husên ji xeynî hevdîtina bi Mihemed Cewad Zerîf re, dê digel hejmarek rayedarên payebilind ên Îranê re jî hevdîtinan bike.