Sibat 02, 2021 17:39 Asia/Tehran
  • Kazim Xerîb Abadî: Santrîfiyojên nû li Netenz û Fordoyê hatin sazkirin

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê qala sazkirina santrîsfiyojên nû yên IR2m û IR6 li Netenz û Fordoyê kir.

Kazim Xerîb Abadî, Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê roja Sêşemiyê bi weşandina peyamekê li twitterê nivîsî: Du zincîreyên 348 hebî ji santrîfiyojên IR2m bi kapasîteya teqrîbî ya çar beranber pêka cûreya IR1 bi awayê serketî li Netenzê hatine sazkirin û bi UF6 kar dikin.

Kazim Xerîb Abadî tevîamajeya bi vêya ku sazkirin du zincîe santrîfiyojên IR6 jî Fordoyê dest pê bûye, destnîşan kir: Sazkirina hejmareke zêde ya santrîfiyojên nû di rê da ye.

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê got: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hîn jî dikare çalakiyên ceribandina rastiyê pêk bîne û dikare ji pêşketinên plandarêştî di vî warî da haydar bibe.

 

 

Serepeyv