Qalîbaf: Îmam Xumeynî (ra) bû sedema vejîna Îslamê û şeref û rûmeta Misilmanên cîhanê
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Îmam Xumeynî (ra) bû sedema vejîna Îslamê û şeref û rûmeta Misilmanên cîhanê.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Muhemed Baqir Qalîbaf îro di merasima nûkirina soz û peymana desteya birveberiya Meclisa Şêwra Îslamî derheq doz û armancên Îmam Xumeynî (ra) li herema xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê, salvegera 42-yem a serkevtina Înqilaba Îslamî li Îranê pîroz kir û got: Îmam Xumeynî (ra) bi berxwedana li dijî rejîma nehs û xiarb a Pehlewî, zêdexwazan, zalim û zorbêjên cîhanê, pozbilind û zordar bû sedema vejîna Îslamê û şeref û rûmeta Misilmanên cîhanê.
Qalibaf herwiha got: Îmam Xumeynî (ra) rastîyek bû û di cîhana îroyîn de jiyanek rastîn û riyek rohn û berbiçav danî ber piyê me.
42 sal berê, di 12-ê Bahmanê 1357-ê hicrî (1ê Sibata 1979-an) Hezretê Îmam Xumeynî (RA), xêmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, piştî panzdeh sal dûrbûna ji welêt û sirgûnbûnê, di nav pêşwaziya girseyî û bi coş a gel de, ling danîn ser axa Îrana Îslamî.
Deh roj piştî hatina Hezretê Îmam Xumeynî (RA) ya Îranê, di 11ê Sibata 1979-an de, Inqilaba Îslamî ya Îranê ya birûmet bi ser ket.
Ji ber vê sedemê, ji 12-ê meha Bahmanê, roja hatina Îmam Xumeynî bo Îranê heya 22-yê meha Bahmanê, ku roja serketina Inqilaba Îslamî ye, wekî "Dehrojiya Fecr" hat binav kirin û her sal, pîrozbahiyên taybetî û merasîmên serketina Inqilaba Îslamî di van rojan de tê lidarxistin. Lê îsal, ji ber belavbûna koronayê, dê merasîm bi xuliqkarî û şêwazên taybetî werin lidarxistin.