Sibat 01, 2021 22:27 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Pêwîst e îranî xwe ji çûyîna Myanmarê dûr bigirin

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bang li hemwelatiyên îranî kir ku xwe ji çûyîna Myanmar dûr bigirin.

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade êvara Duşemê piştî bûyer û guhertinên vê dawiyê li welatê Myanmarê ji hevwelatiyên îranî xwest ku sefera Myanmarê nekin û got: Balyozxana Îranê li Taylandê wek akrodîte li Myanmarê jî hatiye diyarkirin li dema  pandamya Koronayê alîkariya îraniyên li Myanmarê kir ku terka vî welatî bidin.

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi şîretkirina li welatiyên Îranê ku di rewşa vê demê neçin Myanmarê û ji wan xwest bi lez derheq rewşa xwe ya li Myanmarê û derheqê daxwazên xwe balyozxana Îranê ya Li Taylandê agahdar bikin da ku ev balyozxane bikare alîkariya wan bike.

Artêşa Myanmarê ji ber nerizamendiya derheq ewa ku bi navê sextekariya li hilbijartinên Parlemana vî welatî da zanîn, îro sibeyê li dijî demokrasiya cihêkar li vî welatî de darbe pêk anî û gişt erk û pêwerên teşkîlatên birêvebirin, qanûndanîn û dadweriya Myanmarê ji bo salekê girte destê xwe  û Mîn Ang Helîng fermandarê gişt artêşê bi deshilat kir û diyar kir ku piştî salekê wê hilbijartin li dar keve.

Serepeyv