Sibat 01, 2021 16:22 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îmam Xumeynî sermaya civakî nîşanî cîhanê da

Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro li herema paqij a Îmam Xumeynî (ra) got: Îmam Xumeynî (RA) roja 12ê Behmanê sermiyana civakî ya Îranê nîşanî cîhanê da.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di merasima tezekirina soz û peymana desteya dewletê derheq doz û armancên xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê di çil û duyemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî de, anî ziman ku di piraniya şoreş û inqilabên cîhanê de para pir rêberên van şoreş û inqilaban bi partiyên siyasî û qawetên leşkerî pişt germ in û di dewamê de got: Îmam Xumeynî (ra) hêza sereke hêza gel didît û hewl dida ku bîr û ramanên mirovan bi rê û rêça ku Îmam ji bo şoreşê hilbijartibû, qanî û qayil bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser dorpêçan û pirsgirêkên ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li Îranê çê bûne  û got: "Dewleta Îranê, bi hevkariya gel, ji bilî bêbandorkirina sizayan, di kontrolkirin û pêşîgirtina koronavirusê de jî serketî bû." 

42 sal berê, di 12-ê Bahmanê 1357-ê hicrî (1ê Sibata 1979-an) Hezretê Îmam Xumeynî (RA), xêmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, piştî panzdeh sal dûrbûna ji welêt û sirgûnbûnê, di nav pêşwaziya girseyî û bi coş a gel de, ling danîn ser axa Îrana Îslamî.

Deh roj piştî hatina Hezretê Îmam Xumeynî (RA) ya Îranê, di 11ê Sibata 1979-an de, Inqilaba Îslamî ya Îranê ya birûmet bi ser ket.

Ji ber vê sedemê, ji 12-ê meha Bahmanê, roja hatina Îmam Xumeynî bo Îranê heya 22-yê meha Bahmanê, ku roja serketina Inqilaba Îslamî ye, wekî "Dehrojiya Fecr" hat binav kirin û her sal, pîrozbahiyên taybetî û merasîmên serketina Inqilaba Îslamî di van rojan de tê lidarxistin. Lê îsal, ji ber belavbûna koronayê, dê merasîm bi xuliqkarî û şêwazên taybetî werin lidarxistin.

Serepeyv