Çile 31, 2021 14:31 Asia/Tehran
  •  Heta îro 31ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 210 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 417 hezar û 999 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 210 hezar û 51 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6268 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 417 hezar û 999 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 70 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 57 hezar û 959 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 103 miliyon kesî.

 

Serepeyv