Dehrojiya Fecrê nimandina biryar û vîna Netewê Îranê ye ji bo domandina Inqilabê û têkbirina dijminan
Bunyada Parastina Weşan û Berhemên Nirxên Berevaniya Pîroz di daxuyaniyê de bi bîranîna çil û duyemîn salvegera serkeftina Inqilaba Îslamî, dehrojiya Fecrê wekî nimandina biryar û vîna netewê Îranê ji bo domandina Inqilabê û têkbirin û bêhêvîkirina dijminan di qada şerê hişmend û zîrek de da zanîn.
Bunyada Parastina Weşan û Berhemên Nirxên Berevaniya Pîroz di daxuyaniyekê de "salvegera serkevtina Inqilaba Îslamî ya Îranê" bi bîr anî û diyar kir: 42 sal piştî serketina Inqilaba Îslamî û tekoşîna stratejîk a netewê Îranê li hemberî pergala serdestxwaz û îstikbarî ku di pêşengiya wê de Amerîka cih girtiye, miletê bû serketiyê vê meydan û qadê.
Daxuyanî wiha dewam dike: "Avabûna Komara Îslamî û nivîsandina destûrek pêşverû, biçûkbûna îstikbar û pergala sedestxwaz, bandora diyaloga şoreş û berxwedana Îslamî, eşkerekirina rûyê Îslama Amerîkî û ala têkoşîna cîhanî li dijî serdestxwazî û Siyonîzmê di nav destkeftiyên Inqilaba Îslamî de ne. "Ji her demê bêtir,niha dengê Îrana Îslamî gihîştiye guhên netewe û civakên heqxwaz û azad ên cîhanê.
Di 1-ê Sibata 1979-an de, Îmam Xumeynî (RE), damezrênerê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, piştî panzdeh sal sirgûnbûnê û dûrxistina ji welêt di nav pêşwaziya bi coş a gel de, piyê xwe avêt ser xaka Îrana Îslamî .
Deh roj piştî hatina Îmam Xumeynî (RE) ya Îranê, di 22-yê Bahman 1357-an de (11ê Sibata 1979-an) Inqilaba Îslamî ya bi rûmet û mezin a Îranê bi ser ket; Ji ber vê sedemê, ji 12-ê meha Bahmanê, roja hatina Îmam Xumêynî (RE) bo Îranê heya 22-yê meha Bahmanê, ku roja serketina Innqilaba Îslamî ye, wekî "Dehrojiya Fecrê" hat bi nav kirin û her sal, pîrozbahiyên taybetî û merasîmên serketina Inqilaba Îslamî tên li dar xistin.