Heta îro 29ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 196 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Çile 29, 2021 14:52 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 404 hezar û 414 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 196 hezar û 374 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6573 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 404 hezar û 4141 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 71 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 57 hezar û 807 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 102 miliyon kesî.