Rebîyî: Derfeta Amerîkayê û endamên Ewropî yên Peymana Navokî ku erkên xwe bicîh bînin pir kêm e
Berdevkê dewleta Îranê anî ziman ku vê gavê nexşerêyek danûstandinê digel Amerîkayê tune û got: Pencereya firsendê ne tenê jibo Amerîkayê belkî jibo endamên Ewropî yên Peymana Navokî jî pir kêm e.
Berdevkê hukumeta Îranê Elî Rebîyî, roja Sêşemê di civînek rojnamevanî de diyar kir:" Îran hîn dest bi danûstandinan an peywendî digel rêvebirîya nû ya Amerîkî nekiriye û got: "Îran hîn jî li benda helwestên fermî yên hukumeta Amrîkayê ye ku çawan vedigerin ser sozên xwe û sizayan neqanûnî îbtal dikin."
Rebîyî hêvî kir ku berî alozbûna pirsgirêkan, hukûmeta amerîkî dê tedbîr û biryarên pratîkî bide da ku niyeta xwe ya xêrê îsbat bike û baweriyê çêbike.
Berdevkê hukûmeta Îranê li bara sînordarbûna dema çavdêrên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ji bo serdana cihên nukleerî jî got: Li gorî qanûna vê dawiyê ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê, pêngavên pêşîn ji bo sinordarkirina mufetîşên têkildarî protokola lêzêdebûyî dê di Sibatê de dest pê bike. "
Rebîyî her wiha got: "Lêgerînên têkildarî peymana kontorol û çavdêriyê dê berdewam bikin û piraniya lêgerîn û kamerayên têkildarî vê peymana kontorol û çavdêriyê dê wekî xwe berdewam bikin."
Berdevkê hukumeta Îranê derbarê gotinên vê dawîyê yên wezîrê karên derve yê siûdî derheq têkiliyên digel Têhranê, got: `` Îran pêşwaziya meyla wezîrê karên derve yê siûdî derbarê têkeliya bi Îranê re dike, lê em nêzîkbûna Siûdî ya li hember planên berê yên Îranê yên derbarê berfirehkirina pêwendiyên dostane li navçeyê, têrê nakin."
Rebîyî hêvîdarbûna derheq piştgiriya welatên derveyî herêmê ji bo ti welatekê ewlehî û deshilatê çê nake û hêvîdariya xwe diyar kir ku Erebistan pêbendî danûstandin û hevkariyên dostane bibe û ji bo îsbatkirina niyeta xwe ya xêrê jî edebiyateke baştir ku viyana wê ya rastîn bona despêkirina gotûbêjên bi feyde nîşan bide bikar bîne.