Çile 26, 2021 23:43 Asia/Tehran
  • Li Îranê zêdeyî mîlyonek û 177 hezar kes ji pêketiyên Koronayê ji vê nexweşiyê filitîne

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê ragihand ku li welêt zêdetirî milyonek û 177 hezar kesên bi vîrusa Koronayê ketine ji vê nexweşiyê filitîne û baş bûne.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro sêşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 6 hezar û 420 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 590 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 385 hezar û 706 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 79 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 57 hezar û 560 kesan.

Berdevka Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 177 hezar û 367 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Serepeyv