Çile 26, 2021 23:07 Asia/Tehran
  • Zerîf: Heya nuha, rêveberiya nû ya Amerîkayê tenê peyiviye û tevnegeriyaye

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê anî ziman ku berevajî Waşîngtonê, Tahran pabendî bendên Lihevkirina Navokî bû û got. "Rêvebirîya nû ya Amerîkî heya nuha tenê peyiviye û tevnegeriyaye."

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ku çûye Moskowê îro berêvarê li press konferansa hevpar bi wezîrê derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov re bi bîr xist ku Amerîka heta dema rêvebirîya Obama jî pabendî sozên xwe di Peymana Navokî de nebû û got: "Ger Amerîkî cezayên xwe biqedînin û destwerdanê di têkilîyên aborî yên Îran û cîhan de kuta bikin û Îran encam wê bibîne, wê hingê Tehran vedigere ser hemî erkên xwe. "

Zerîf di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku têkiliyên Îran û Rûsyayê dostane ne û got: "Dema van têkiliyan ji dîroka Amerîkayê jî dirêjtir in."

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê li ser pirsgirêka Qerebaxê jî got: "Ji bo Îranê, çareserkirina qeyrana Qerebaxê ji hêla ewlehîyê ve pêdivî bû."

Zerîf  derbarê Efganistanê de, behsa seredana şandek ji Talîban bo Tehranê kir û li ser pêdivîbûna hevkariyan jibo çareserkirina pirsgirêkên Efganistanê sekinî.

Her weha wezîrê karên derve yê Îranê banga agirbestê û rawestandina rijandina xwînê li Yemenê kir û hêvî xwest ku qeyrana mirovî li Yemenê bi hevkariya navneteweyî biqede.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî ragihand ku wî digel hevtayê xwe yê îranî re avakirina yekîneyên nû li santral (karistana elekterîkê) ya nukleerê ya Bûşehr (başûrê Îran) gotûbêj kir.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha tekez kir ku têkiliyên Îran û Rûsyayê ji "daxwazên" Amerîkayê cida û serbixwe ne.

Serepeyv