Lavrov: Têkiliyên Îran û Rûsyayê ji "daxwazên" Amerîkayê serbixwe ne
Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez kir ku têkiliyên Îran û Rûsyayê ji "daxwazên" Amerîkayê cida û serbixwe ne.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov roja Sêşemê di civînek rojnamevanî ya hevbeş de digel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Moskowê derbarê vegera dubare ya Amerîkayê ser Lihevkirina Navokî got ku têkiliyên Îran û Rusyayê ne li gor miraz û daxwazên Waşîngton ne belkî daxwazên me serbixwe ne.
Lavrov destnîşan kir ku Îran û Rûsya di mijara Lihevkirina Navokî de xwediyê helwestek hevpar in û riya yekane ya domandina rêkeftina atomî pêkanîna tam a wê ye.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê her weha ragihand ku wî digel hevtayê xwe yê îranî re avakirina yekîneyên nû li santral (karistana elekterîkê) ya nukleerê ya Bûşehr (başûrê Îran) gotûbêj kir.
Lavrov tekez kir ku Amerîka cezayên neqanûnî dide.
Lavrov bal kişand ser çareseriya pirsgirêka Sûrî di forma zîrweya Astana de û got: "Civîna din a Astana li ser Sûrîyê biryar e ku di Sibatê (meha bê) li Soçî be."
Peymana Hevkariyê ya Îran û Rûsyayê di warê ewlehiya agahdariyê de ji hêla Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Sergey Lavrov ve li Moskowayê hat îmzekirin.
Îmzekirina vê peymanê dê bibe xaleke girîng di warê hevkariya Îran û Rûsyayê di ewlehiya sayberî de; Yek ji sûdên vê peymanê hevahengî û hevkariya her du aliyan e di forûmên herêmî û navneteweyî de ji bo dabînkirina ewlehiya agahdariya neteweyî û navneteweyî.