Çile 26, 2021 18:57 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Cenazeyên 5 kolberên windabûyî li ser sînorê Tirkiyê hatin dîtin

Berdevkê wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Cenazeyên 5 kolberên windabûyî li ser sînorê Tirkiyê hatin dîtin.

Li gor Kurdpressê, Berdevkê wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di bersiva nûçegihanan derbarê 5 kolberên windabûyî li ser sînorê Tirkiyê de got: "Li gorî raporên herî dawî, mixabin, pênc Kolberên ku di bin aşûtê de mabûn jiyana xwe ji dest dane ku meytên wê tên veguheztin bo welatê me. "

Xetîbzade herwiha got: "Li gorî hûrgulîyên ji dezgehên peywendîdar hatine stendin, li dû ketina aşûtê û wendabûna 5 kolberên îranî (kurd) li herêma tixûbê Îran û Tirkiyê, wezareta karên derve, digel têlefonê û hevdîtinek di navbera serkonsolê me li Erzurum û hewldanên navenda Qeyrana li parêzgeha Azerbaycana Rojava, bi şandina du notan ji karbidestên Tirkiyê re, yek ji balyozxaneya me li Enqerê ji Wezareta Derve ya Tirk re yek ji aliyê balyozê Îranê li Enqerê û ya din ji aliyê  Serkonsolosxaneya Giştî ya Îranê ji bo Balyozxaneya Tirkiye re li Tehran, daxwaza destûrê ji bo derbasbûna Tîmên lêkolînê yên Heyva Sor nav axa Tirkiyê ku biçin cihê bûyerê û daxwaza hevkariya hêzên Tirkiyê bi wan re  ji bo dîtina Kolberên hanê hatibû kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Cenazeyê 5 kolberên ku di 18’ê Çileyê de li navçeya Elbaka Wanê di bin aşûtê de mabûn derbasî nav axa Îranê kirin û li gundê wan yê Kurane yê ser bi Somaya Biradosta Urumiyê hatin veşartin.

Berdevkê wezareta derve ya Îranê herwesa dîyar kir: karbidestên sinor hertim tekez kirine ku pêdivî ye welatîyên me xwe ji derbasbûna bi rêyên neqanûnî dûr bigrin da ku ew nekevin rewşek nebaş wekî ya ku jibo van pênc hevwelatîyan pêk hatiye.

Xetîbzade di dawiyê de spasiya karbidestên sînor û Heyva Sor a Tirkiyê kir ji bo hevkariya wan di zelalkirina çarenûsa pênc kolberên îranî de.

Serepeyv