Çile 24, 2021 09:37 Asia/Tehran
  • Berdewamiya tawanbarkirina Îranê ji aliyê rayedarên nû yên Amerîkayê

Karbidestên Amerîkî yên nû tawanên bêbingeh dijî Komara Îslamî ya Îranê dubare kirin.

Li gor Fars Newsê, Emily Horn, berdevkê Civata Ewlekariya Neteweyî ya rêvebiriya serokomarê nû yê Amerîkayê Joe Biden, di hevpeyvînekê bi Al Jazeera re şeva borî, Îran bi pêkanîna kiryar û tevgerên wêranker li herêma Asyaya Rojava tawanbar kir û got: "Waşîngton dê bi heval û hevkarên xwe re li hemberî Îranê dê bisekinin û hevkariyê bikin."

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken jî ku ji alîyê Joe Biden ve hatîye kandîd kirin, gotinên pêkenok ên li dijî Îranê li Senatoyê anîn ziman û îdia kir ku Îran mezintirîn sponserê terorîzmê li navçê ye.

Gotinên pûç û sivik ên karbidestên amerîkî li dijî Îranê di demekê de ye ku Noam Chomsky, teorîsyenê Amerîkî yê bi nav û deng, roja Şemiyê di hevpeyvînek bi kanala Russia Today re Amerîka wekî serkêşê terorîzmê li cîhanê de binav kir.

Komara Îslamî ya Îranê roleke sereke li dijî komplo û kiryarên mêhwera Amerîkî-Siyonîstî-Siûdî yên li navçê dilîze.

Li şerê dijî komên terorîst û hevalbendên Erebistana Siûdî Îran li ser daxwaza fermî ya Iraq û Sûriyê alîkariya şêwirmendiyê dide wan; eva pêngav û çalakiyek e ku qet ne bi dilê rayedarên Amerîkî ye.

Serepeyv