Peyama pîrozbahiya serleşkrr Baqirî bo Rêberê mzin ê Înqilaba Îslamî jibo lidarxistina serketî ya şerezmûnên Sipah û Artêşê
Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê bi peyamekê lidarxistina serketî ya şerezmûnên Artêş û Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li mehzera pîroz a Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mzin ê Înqilaba Îslamî pîroz kir.
Serdar serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê bi peyamekê ku roja Şemiyê hat weşandin, ragihand: Şerezmûnên Iqtidar-99 ya Artêşa Komara Îslamî û Pêxemberê mezin (S)-15 ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li nav avên şîn ên kendava hertim Farisê, Deryaya Omanê, Perravên Mukranê û bakurê Oqyanûsa Hindê û Besta Navendî ya Îranê bi awayê serketî li dar ketin.
Di dewama peyama Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê da hatiye: Bêguman tiştê ku van rojan di pêvajoyê şerezmûnên bejahî, deryayî, mûşekî û balefirên bêbalefirvan ên artêşa ezîz û Sipaha dilawer qewimî, nîşana têgihîştina kûr a serbazên Welayetê ji tecrubeya tehl a bêşiyaniya li hemberî êrîşên mûşekî û asimanî yên artêşa beisî ya Sedam di şerê sepandî da ye ku bi derbasbûna sê dehikan ji wê serdemê, îro rojê siya xe bi xistina balefira bêbalefirvan a stratejîk a destdirêjkerên amerîkî û êrîşa li ser baregeha Eyn ul-Esed a artêşa terorîst a Amerîkayê li Iraqê, li kampa dijmin û odeyên fikrê û hesabên wan berfireh û pan kiriye.
Serleşker Baqirî destnîşan kir: Pêşketina pêşeya berevaniyê ya welêt û şiyan û amadetiyên giştalî yên hêzên çekdar bo asta Pêşîlêgirtina Stratejîk û vekirina riyên zêdekirina hêzê jibo hevgirtin û sekinîna pîrozmendane li hemberî gef û niyetên kirêt ên dijminan, deyndarê rênimayiyên hekîmane yên Rêberê mzin ê Înqilaba Îslamî û fermandarê muqtedir, besîr, înqilabî, mucahid û dûrnêrîn e.
Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha di vê peyamê da amadetiya giştalî ya fermandar û yek bi yekê hêzên berevanê Înqilabê û welêt nemaze artêş û Sipahê jibo bersivdana bihêz û derblêdana rûbirû û wêranker li navendên gef, destdirêî û timakariya li serxwebûn, ewlehî û yekparçetiya niştîmana Îslamî ragihand.