Çile 23, 2021 14:45 Asia/Tehran
  • Heta îro 23ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 158 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 367 hezar û 32 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 158 hezar û 475 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6207 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 367 hezar û 32 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 98 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 57 hezar û 294 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 98 miliyon kesî.

Amerîka bi zêde ji 25 miliyon tûşbûyiyên bi Koronayê û 424 hezar miriyan hema wisa di pileya yekem a cîhanê da ye.

 

 

Serepeyv