Çile 23, 2021 14:34 Asia/Tehran
  • Rûhanî li ser zêdekirina çavdêriyan jibo pêşîlêgirtin li pêla nû ya belavbûna Koronayê pêgirî kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser pêwîstiya zêdekirina çavdêriyan jibo pêşîlêgirtin li pêla nû ya belavbûna Vîrûsa Koronayê li welêt pêgirî kir.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna Erkantiya neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê, kêmbûna amara miriyan di encama hewildan û hevkairya giştî jibo berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê da, karnameyeke tijî şanazî ji bo gel û dewleta Îranê di pêvajoya têkoşîna dijî nexweşiya Koronayê da zanîn.

Rûhanî her wiha got: Di yek sala bihurî da kadroya deman, Besîc, rêxistinên gelanî û rêxistinên din li kêleka hev di riya têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê da cih girtin û bi kiryarên pêkhatî di du hefteyên dawî da, hejmara miriyan li Îranê kêm bûye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya dewama pêvajoya kêmkirina nexweiyê û kêmkirina mirina ji ber Koronayê li welêt, got: Herîkêm divê di pên can şeşe mehên tê da protokolên tendurustiyê bi diqet bên domandin da ku pêvajoya waksînekirinê pêk were.

Rûhanî bi gotina vêya ku di warên waksenên hundirîn û derveyî da karine baş hatine kirin, got: Di warê waksena hundirîn da bi zûtirkê sê waksenên COVIRAN BAREKAT, Razî û Pastorê dê bikevin ber destê me û di yên derveyî da jî ji bilî para waksenê ya Kovaksê, em hewil didin ji cihên din jî bi dest bixin û hemî hewildan li ser vê yekê ne ku di vê mehê da waksînekirin li welêt pêk were.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha destnîşan kir: Ji bo ku Vîrûsa nû ji Ewropa û Afrîqayê derbasîwelêt nebe, pêwîst e balefirgeh û hemî derbasgehên welêt bi diqet bên kontrolkirin.

 

Serepeyv