Çile 23, 2021 14:10 Asia/Tehran
  • Zerîf dê ji roja Duşemiyê va gerra Bakû, Moskow, Tiflîs, Yêrîvan û Enqerê dest pê bike

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê dê sefera Komara Azerbayîcan, Rûsuiye, Ermnenistan, Gurcistan û Tirkiyê bike.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta krên derve ya Îranê roja Şemiyê ragihand: Muhemed Cewad Zerîf dê di serê desteyekê da ji roja Duşemiya vê hefteyê biçe Komara Azerbayîcan, Federasiyona Rûsiyê, Komara Ermenistanê, Komara Gurcistanê û Komara Tirkiyê.

Xetîbzade her wiha got: Wezîrê karên derve yê Îranê dê di van seferan da digel hevpêşe û rayedarên din ên van welatan hevdîtinê pêk bîne.

Berdevkê Wezareta krên derve ya Îranê tevî ravekirina vê seferê got: Ev sefer bi mihweriya mijarên dualî, dawîn alûgorên Qefqazê, projeyên di rojeva hevkariyê da û zemîneyên berfirehkirina aştî û aramiyê li navçeyê pêk tê.

 

 

Serepeyv