Çile 20, 2021 18:23 Asia/Tehran
  • Berteka Zerîf derheq nûçeya le Figaro: Text-ê-Rewançî bi Amerîkayê re danûstandin nekiriye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê îdiaya nûçegihanê rojnameya Fransî ya "Le Figaro" ya derheq vê yekê ku nûnerê Îranê li Neteweyên Yekbûyî(NY) bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re danûstandin kiriye, red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Muhemed Cewad Zerîf îro li kombûna nûçegihanan got: Mecîd Text-ê-Rewançî, nûnerê Îranê li NY, sê hefte ne li Tehranê ye û gotina Le Figaro ne re axifî.ast e.

Zerîf destnîşan kir ku qet hewceyê gotûbêjê nîne çimkî ya ku qewimiye ev e ku hukûmeta Amerîka berpirsiyarî û peymanên xwe şikandiye.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di derbarê Lihevkirina Navokî de jî got ku Ewropî bi tevahî dizanin ku di sê salên borî de, welatê ku ji bo berjiwendiya netewê xwe û di çarçova berjewendiya berjiwendiya civaka navneteweyî de Lihevkirina Navokî parastiye, Îran e.

Zerîf tekez kir ku ger rojavayî sizayan rakin, Tehran dê hemî berpirsiyariyên xwe bicîh bîne, wî herwiha tekez kir ku Îran bêş û bertîlê nade rêveberiya nû ya Amerîkî da ku yên din wezîfe û pêsparteyên xwe bicîh bînin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir:  "Fransa û Amerîkayê rojavayê Asyayê kirine depoya barûtê û got: Ger Fransa û Amerîka dixwazin li ser rewşa çekên li herêmê biaxifin, divê berî her tiştî ew firotina ji sedî 25 çekên cîhanê bo vê herêmê rawestînin.

Serepeyv