Çile 19, 2021 15:22 Asia/Tehran
  • Operasiona hevpar a Hewabord bi amûrên mekanîze yên hucûmî ji şerezmûna Artêşa Îranê da

Di qonaxa yekem a Şerezmûna Iqtidar-99 ya Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da bo cara yekem operasiyona hevpar a êrîşî ya Tîpa Hewabordê bi behrewergirtina ji cûreyên çekan û amûrên mekanîze li perravên Mukranê cih hat.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Tîpa 55 a Hewabord a Hêza bejahî ya Artêşê di qonaxa yekem a Şerezmûna Iqtidar-99 ya Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da bi cihanîna operasiyona paraşûtê û bi bikaranîna panzêrên BMP2 ku bo cara yekem di vê şerezmûnê da bi awayê hevedudanî pêk hat, planên operasiyona Afendî cih anîn.

Hêzên Hewabord di çarçova bi sedan paraşûtbazî di operasiyoneke jipêşve diyarkirî da ji aliyê çend baalefirên C130 ên Hêza asimanî ya Artêşê bi firrîna hevaheng û deqîq li nuqteyên diyarkirî hatin xwarê û hevdem bi rijandina çek û amûrên leşkerî ji wan Motorsîklet, mûşekavêjên 105 mm û topên 23 mm li navçeya gelemperî ya şerezmûnê, bi behrewergirtin ji van amûran, armancên diyarkirî li peravê dane ber êrîşê.

Bkaranîna panzêrên xurtkirî ji aliyê hêzên Hewabord, cihanîna operasiyona êrîşkirinê bi behrewergirtin û piştgiriya cûreyên çekan, girtina navçeyên perravî, barkirina amûrên zirêhî û çekên nîvgiran di heyama herî kin da û cihanîna operasiyoneke li gorî sehneyên rasteqîn ji xalên hêzê yên tîpa Hewabord û hêzên lezbertek ên Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê di vê qonaxa şerezmûnê da bû.

Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê roja Sêşemiyê bi beşdariya tîpên Hewabord, hêzên taybet, lezbertek û piştevaniya Hêza asimanî û bi awayê berfireh Hwanîrûza artêşa Komara Îslamî ya Îranê li perravên MUkranê dest pê bû.

 

 

Serepeyv