Çile 17, 2021 23:28 Asia/Tehran
  • Serdar Celalî: Hêza hişmend û zîrek a mûşekî û balafirên bêpîlot a Îranê, encama ambargoyên Amerîka ye

Serokê rêxistina berevaniya pasîf a Îranê got: "Hêza mûşekî ya hişmend û balefirên bêpîlot a Îranê encama boykot û cezayên giran ên Amerîkayê ye."

Serdar sertîp Xulamreza Celalî, serokê rêxistina parastina pasîf a Îranê, îro Yekşemê desnîşan kir ku nabûna palpiştiya li hêza berevaniyê ti cîhek jibo diyalogek dadperwer tune û got: Tecrubeya serokatiya Trump nîşan da ku cîhana îro û sibê ne tenê cîhaneke gotûbêjê ye û bi yeqîn bêyî palpiştiya li hêza berevaniyê, ti cîhek ji diyaloga adilane re namîne.

Serdar Celalî eşkere kir: Pirsgirêka çekan û kirîna çekan yek ji wan mijaran e ku di 4 dehsalên borî de herî zêde ceza û baykot lê hatiye dasepandin.

Serokê rêxistina parastina pasîf a Îranê, amaje bi Tetdbîqata Pêxemberê Mezin (S) a 15an a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî kir û got: "Baweriya li hêza hundirîn di nav agirê boykotan de baxek ji darên hêzê gihande ber û mêweyê."

Qonaxa dawîn a tetdbîqat û perwerdehiya Pêxemberê Mezin (S) a 15an a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî duh bi pêkanîna serkeftî ya operasyonên stratejîk ên mûşekên balîstîk ên dûrmenzîl li dijî keştiyên dijmin û rûxandina hedefan ji mesafeyek 1800 km li dar ket.

Serepeyv