Çile 16, 2021 14:45 Asia/Tehran
  • Serdar Hacîzade: Şerezmûna Pêxemberê mezin (S) temrîna nekêrhatîkirina xalên hêzên yên dijmin e

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku mûşek amûrê pêkhatina hêz û ewlehiyê jibo gelê Îranê ne, got: Qonaxa dawî ya Şerezmûna Pêxemberê mezin (S)-15 a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî wek temrîna nekêrhatîkirina xalên hêzê yên dijmin di beşên deryayî ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Emîr Elî Hacîzade, Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Şemiyê di kêleka lidarxistina qonaxaawî ya Şerezmûna Pêxemberê mezin (S)-15 a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da got: Heke dijmin rojekê bixwazin şerxwaziyê bikin, beşek bikaranîna baregehên ser erdî ye ku di qonaxa yekem a Şerezmûnêl da bi pêkhateyek ji bikaranîn abalefirên bêbalefirvan û mûşekên erd bi erd sekinîna dijî wan hat temrînkirin; Gefa duyem jî ji aliyê deryayê va ye ku sekinîna dijî keştiyên şêrr ên dijminê xeyalî di qonaxa dawî ya vê şerezmûnê da bi başî pêk hat.

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamîî bi gotina vêya ku di raboirî da heta qada 300 kîlomitriya li Kendava Farsê ev yek pêk hatibû, got: Roja îro armanca me jinavbirina keştiyên dijmin li bakurê Oqyanûsa Hindê û di mesafeya 1800 kîlomitrî bû ku mûşekên balistîk ber bi vê nuqteyê va hatin avêtin û armanc hatin jinavbirin.

Serdar Hacîzade qonaxa dawî ya Şerezmûna Pêxemberê mezin (S)-15 a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî wwek temrîna nekêrhatîkirina xalên hêzên yên dijmin da zanîn û got: Heke dijminên me di mesafeya 2000 kîlomitrî da nekêrhatî  bibin, diu rastiyê da dê tam bêkêr bibin û dê nekarin mûşekên kirûzê bişînin û êdî tu balefirek nikare ji ser van keştiyên şêrr rabe.

 

Qonaxa yekem a Şerezmûna Pêxemberê mezin (S)-15 a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi avêtina hejmareker zêde ya mûşekên Balistîk ên erd bi erd û cihanîna operasiyona balefirên bêbalefirvan ên bomberêj li besta navendî ya Îranê cih hat.

 

 

Serepeyv