Li Îranê Koronayê canê 83 kesên din jî stand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323216-li_Îranê_koronayê_canê_83_kesên_din_jî_stand
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 83 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 56 hezar û 621 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2021 12:37 Asia/Tehran
  • Li Îranê Koronayê canê 83 kesên din jî stand

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 83 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 56 hezar û 621 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 6 hezar û 485 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 631 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 318 hezar û 295 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 107 hezar û 11 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.