Çile 13, 2021 22:24 Asia/Tehran
  • Bersiva Îranê ya ji bo Amerîkayê ku tevgera Ensarullaha Yemenê wekî terorîst bi nav dike

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Eva ku Amerîkayê tevgera Ensarullah ya Yemenê grûpa terorîstî daye nasandi, hewildana herî dawîn a hikûmeta Amerîkayê ye ji bo kemilandina rola xwe ya bi şermezarî, xopan û xirabkariyê li şerê dasepandî dijî Yemenê, da ku rêçareya siyasî bo qeyrana Yemenê bixitimîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya  Îranê Seîd Xetîbzade îro bertek nîşanî kiryara hikûmeta Amerîkayê ya terorîst binavkirina Ensarullaha Yemenê da û got: Ji destpêka şerê Yemenê ve, Amerîka piştgiriyek mezin e ji cinayetên koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Seudî li Yemenê û derheq dayîna arîkariya darayî û çekdarî bo vê Koalîsyonê ti kêmasiyek nekiriye.

Xetîbzade destnîşan kir ku biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya ku Ensarullaha Yemenê wekî rêxistinek terorê bi nav kir di civaka navneteweyî da bû sedema fikaran û bandor li çareseriya aştiyane û wergirtina alîkariya însanî kir. Xetîbzade di dewamê de hêvî kir ku civaka navneteweyî bersiva biryara xerab a wezaretê derve ya Amerîkayê bide û diyar kir ku Cîhan divê derheq van karên wezareta derve ya rejîmaAmerîkayê bertekên tund nîşan bide.

Li gorî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, vê wezaretê biryara xwe ji Kongreya Amerîkî re raber kiriye ku Ensarullah ya Yemenî têxe nav "rêxistina terorê yên biyanî".

Serepeyv