Çile 13, 2021 18:22 Asia/Tehran
  • Li Îranê Koronayê canê 97 kesên din jî stand

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 97 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 56 hezar û 457 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro çarşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 6 hezar û 317 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 653 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 305 hezar û 339 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 94 hezar û 388 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Serepeyv