Çile 10, 2021 14:06 Asia/Tehran
  • Derziya îranî ya Koronayê li koma sêyem a kesên xwebexş hat lêdan

Endama koma çavdêr li ser lêkolînên derziya îranî ya Koronayê, qala lêdana vê derziyê li koma sêyem a kesên xwebxş kir û got: Lêkolînên mirovî yên Derziya KOVIRAN Barekat'ê li gorî dawîn pîvanên cîhanî pêk tên.

Dr. Mînû Muhrez Endama koma çavdêr li ser lêkolînên derziya îranî ya Koronayêtevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji qonaxên pêşketina serketî ya derziya çêkirî bi destê lêkolerên îranî, got:  Îro Yekşemiyê derziya KOVIRAN Barekat'ê li 3 kesan hat lêdan û sibe jî dê li ser 4 kesên din were ceribandin.

Wê got: Beriya vêya jî 7 derzîlêdan pêk hatine û ev kes ketine ber lênêrînê û tu kêşeyeke berbiçav nehatiye dîtin.

Qonaxa yeke a derzîlêdana ceribandinî ya KOVIRAN Barekat'ê roja 29ê Kanûna 2020î pêk hat.

 

Serepeyv