Çile 09, 2021 22:59 Asia/Tehran
  • Sipasiya hin serokeşîreyên Necefê ji ber helwêst û siyaseta Îranê derheq Iraqê

Gelek ji serokeşîrê Necefa Eşref li hevdîtina sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê sipasiya helwêst û siyaseta Îranê derheq Iraqê bi taybet di babeta şerê li dijî DAIŞê kir.

Li gorî IRNAyê, "Şêx Muhemed El-Eqîlî" êvara Şemiyê di vê civînê de li ser navê şandeya eşîreyên Necef got ku em ê tu carî helwesta Îranê ya ji bo piştgiriya Iraqê di şerê li dijî DAIŞê ji bîr nekin.

Wî her wiha bi helkefta yekemîn salvegera şehadeta General Hac Qasim Sulêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis tekez kir ku fedakarî û qurbanîdana van her du fermandarên şehîd yek ji faktorên diyarker di serkevtina li dijî DAIŞê de ye.

"Şêx Muhemed El-Eqîlî" Di vê civînê de, piştgirî û hevgirtina eşîrên Iraqî digel netew û hukumeta Îranê li beramber sizayên zalimane yên Amerîkayê diyar kir û li ser pêwîstiya berfire û zêdebûna pêwendî û hevkariyên di navbera her du welatan de di warên cûrbicûr ên aborî, civakî û çandî de sekinî.

Îrec Mescidî, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê, jî pesna helwestên êlên Iraqî da û got ku Îran tu carî gelê Iraqê bi tenê nehiştiye û dê her dem li tenişta wan bimîne.

Mescidî destnîşan kir ku çawa ku em li tenişta gelê Iraqê di şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê de sekinîn, em ê vî welatî di qonaxa jinûavakirinê de jî tenê nehêlin.

Wî amaje bi gelek hevpariyên çandî, dîrokî û olî yên di navbera her du welatan de kir, û tekez kir ku pêdivî ye ku têkiliyên dualî bêtir pêş bikevin.

Di civînê de, şandeya el û eşîreyên Necef nusxeyek bi nirx a "Qurana Kerîm" pêşkêşî Balyozê KomaraÎ slamî ya Îranê li Bexdayê kir, wekî nîşana qedirzanîn û tekezî li ser kûrahiya têkiliyên her du welatên Misilman û cîran.

Serepeyv