Çile 09, 2021 21:22 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Miletê Îranê dê bi vaksînên biyanî neyê ceribandin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Miletê Îranê ne amrazek ceribandina vaksînên biyanî ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, roja Şemiyê di 51emîn civîna Erkana Neteweyî ya Koronayê li Tehranê de got: "Kompaniyên biyanî dixwestin vaksînin bidin Îranê da ku li ser gelê me werin cerbandin û testkirin, lê Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî rê li ber wê girt."

Rûhanî behsa hin gotegotên li ser kirîna vaksîna Korona kir û got: "Divê Radyo û TV-a Îranê  û medya me li ber van gotegotan raweste û li ber çavê gel, tenê guh bidin pisporên Wezareta Tenduristiyê û neyên xapandin ji aliye kesên ku li fikra berjiwendiyên xwe ne."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê,tekez kir ku kirîn û dabînkirina vaksînan kerekeke sereke ji dewletê re ye û got: Lêdana vaksînan jî divê neyê vê wateyê ku talîmatên tenduristiyê nayên berçavgiertin.

Rûhanî herwiha got: "Heke bandora vaksîna koronayê sedî sed jî bibe ku di ti vaksînekê de wiha nabe, dê çend hefteyan bikişîne da ku bandora wê xuya bibe."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Hema hema her kesê li cîhanê pêşniyar dike ku heke vaksên guncan ji hemî xelkê re hebin jî, divê rêwerzên tenduristiyê bi kêmî ve 5 heta 6 mehên din werin şopandin, ji ber vê yekê divê gelê Îranê rêzikên tenduristiyê di rojeva xwe de bişopînin.

Serepeyv