Çile 08, 2021 16:07 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî bêyî rakirina boykotan li ser ziyana me ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku biryara meclîsê û kiryara dewleta Îranê jibo kêmkirina beşeke din a sozên peymana navokî tam durust û beraqil e, got: Bêyî rakirina boykotan vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî renge heta li ser ziyana welêt jî be.

Hezretê ayetullah Xamineyî,  Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibeha îro di axaftina televîziyonî bi boneya salvegera serhildana 19ê Dêya 1356an a Koça Rojî ya gelê Qumê, tevî amajeya bi destpêbûna meyandina sedî 20 a Uraniyûmê, got: Komara Îslamî tu israr û lezek jibo vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî tuneye, belkî daxwaza me ya beraqil rakirina boykotan û vegerandina mafê xesbkirî yê gel e ku ev yek erka Amerîkayê û Ewropaya ku wê dişopîne ye.

Wî got: Heke boykot hatn rakirin, wî çaxî vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî wateyê dide, helbet ku mijara ziyanan ku ji daxwazên me ye di qonaxên din da dê were şopandin, lê bêyî rakirina boykotan vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî renge heta li ser ziyana welêt be.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi rewşa aloz a bota mezin a istikbarê, got: Serşûriya Hilbijartinê, Mafên mirovan ku her çend rojekan çermreşek dibe goriyê wê, aşkirabûna rastiya nirxên îdiakirî yên Amerîkayê ku cîhan û heta dostên Amerîkayê pê dikenin, abora felec û bi dehan miliyon bêkar û birşî û bêmal nîşana rewşa bêserûber a Amerîkayê ku helbet ne ecêb e, lê ecêb ev  eku hinek hîn jî hêvî û qibleya wan Amerîka ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha wate û mentiqa hebûna navçeyî ya Îranê xurtkirina dost û alîgirên Komara Îslamî da zanîn û got: Hebûna Komara Îslamî li navçeyê aramiyê tîne û dibe sebeba wêdaçûna nearamiyê hema wisa ku giştan ev rastî li Iraq û Sûriyê dît; Loma ev hebûn tekûz e û divê hebe û dê hebe.

Wî tevî bibîrxistina hin mînakên hêza berevaniya roja îro ya Îranê weke jordaxistina balefira destdirêjker a amerîkî li aismanê Îranê û êrîşa ser baregeha Eyn ul-Esed, got: Dijmin li hemberî van rastiyan neçar e ku hêz û şiyanên berevaniyê yên Îranê di hesab û biryarên xwe da berçav bigire.

Hezretê ayetullah Xamineyî di dewamê da anîna waksena amerîkî û inglîsî bo nav welkêt qedexe da zanîn û got: Heke amerîkiyan karîbûn waksenê berhem bînin, ev serşûriya Koronayê li welatê wan pêk nedihat ku di rojekê da derdora 4 hezar kes bimirin. Tevî di esasa da tu baweriyek bi wan tune û carinan ev waksen jibo ceribandina ji ser gelan e.

 

Serepeyv