Çile 08, 2021 13:08 Asia/Tehran
  • Hezretê ayetullah Xamineyî: Amerîka xêra xwe di nearamkirina navçeyê da dibîne

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku Amerîka li dû ne-ewlehkirina navçeyê ye, destnîşan kir: Hebûna Îranê li navçeyê aramiyê tîne.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Îniyê di axaftina bi boneya salvegera serhildana 19ê Dêyê ya gelê Qmê tevî amajeya bi vêya ku hewildana Amerîkayê jibo pêkanîna neraamiyê li Îran û navçeyê ye, got: Amerîkayê berjewendiyên xwe di nearamiya navçeyê di rewşa niha da dibîne, meger ku xwe tam li navçeyê serdest bike.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha bi gotina vêya ku ji mijarên pirrkêşe navbera Komara Îslamî û bereya zorbêjan bi serkêşiya Amerîkayê, mijara boykotan, mijara hebûna navçeyî ya Îranê û şiyana berevaniyê û hêza mûşekî ya Îranê ye, destnîşan kir: Bereya rojavayî û dijminên me erkdar in ku vê hereketa xayînane û qirêj û dijuminatiya mezin û bêçine digel miletê Îranê yanî boykotkirina gelê Îranê bi dawî bînin.

 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiah bi gotina vêya ku biryara meclîs û dewleta Îranê di betalkirina sozên Peymana Navokî, biryareke durust û tam beraqil e, got: Me tu lez û pêgiriyek tune ku Amerîka vegere Peymana Navokî.

 

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hatin waksena amerîkî û Inglîsî bo Îranê qedexe ye, got: Heke amerîkiyan karîbû waksenê berhem bînin, li welatê xwe ev iftîzah pêk nedianîn.

Nûçeya tam dê piştî wergirtina ji navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî piştra were weşandin.

 

 

Serepeyv