Berteka rayedarên îranî xasma Zerîf derbarê bûyerên vê dawîyê yên li Amerîkayê
Li hemberê bûyerên vê dawîyê li Amerîkayê, wezîrê karên derve yê Îranê got: Serokomarekî îsyankar yê kudixwest ji gelê xwe tolê hilde, di çar salên derbasbûyî de ji gelê Îranê û yên din re xirabî kir.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro derheq bûyerên van rojana li Amerîkayê di Twitterê de nivîsî: "Eva mirov xemgîn û dilgiran dike ku vî mirovî destûrnama bêkontrol heye jibo destpêkirina şerekî navokî ya ku hemî civaka navneteweyî derheq ewlehiyê têxe nav fukaran".
Derheq berteka li hember van bûyeran, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî got: "Bûyerên Amerîkayê û êrişa ser avahiya Kongreya vî welatî lawazî û bêbingehiya demokrasiya Rojava nîşan dide."
Elî Şemxanî, sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, roja Pêncşemê li ser bûyerên vê dawiyê yên Amerîkayê li ser Twitter nivîsî: "Di hilbijartina 2016 de, tenduristiya derûnî ya Donald Trump kete ber şik û gumanê; Piştî bûyerên Waşîngtonê û bi heman hegerê, hin senatoran xwestin ku Trump li gorî benda 25 a Qanûna bingehîn ji serokomariyê were derxistin.
Duh di dema civîna hevbeş a Kongresê de alîgirên Trump bi ser avahiya Kapîtolê de girtin û derbasî nav avahiya Kongresê bûn ji ber van aloziyan 4 kes hatin kuştin, her ji ber wan aloziyan civîn bo dema 4 saetan hat paşxistin û piştî şandina hêzên zêdetir bo navçeyê û derketina alîgirên Trump ji avahiyê, careke din Kongresê dest bi civîna xwe kir.