Çile 06, 2021 23:31 Asia/Tehran
  • Serleşker Mûsewî: Armanca stratejîk a Îranê derxistina amerîkiyan ji navçeyê ye

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Yek ji armancên stratejîk ên Îranê derxistina amerîkiyan ji navçeyê ye.

Li gorî rapora IRNAyê, serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di kêleka lidarxistina yekemîn temrîna hevpar û mezin a şerê balefirên bêbalefirvan a artêşê da got: Lidarxistina temrîna mezin a şerê balefirên bêbalefirvan hişyariyek e bo dijminan ku têkevin fikrê û tûşî hesabên şaş nebin.

Serleşker Mûsewî bi gotina vêya ku di temrîna mezin a şerê balefirên bêbalefirvan a artêşa Komara Îslamî ya Îranê da, tenê beşek ji iqtidara balefirên bêbaklefirvan a artêşê bi memûriyetên cûrbecûr hat nîşandan, got: Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di beşa balefirên bêbalefirvan da xwedan hêzeke pirr baş e ku heke rojekê pêwîst be di meydanê da vê hêzê nîşanî dijmin bide, dê ev yek bi şiyaneke pirr zêde pêk were.

 

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Heke dijmin di hesabkirinên xwe da tûşî şaşitiyê bibin, teqez dê derbeyekê ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê werbigirin ku ji her kiryara ku heta niha kirine poşman bibin.

 

Yekemîn temrîna hevpar û mezin a şerê balefirên bêbalefirvan a artêşê bi beşdariya bi sedan balefirên bêbalefirvan ên operasiyonê yên hêzên bejahî, bergiriya asimanî, asuimanî û deryayî yên artêşê li navçeya giştî ya Simnanê û li deverên cûrbecûr ji sînorên Îrana Îslamî bi qasî du rojan hat lidarxistin.

 

Serepeyv